Şam-SANA
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Sûrîyê Hind Qebewat bi nûnera Fona Neteweyên Yekbûyî ya Nifûsê (UNFPA) li Sûrîyê Inşîrah Ehmed re, rêyên xurtkirina hevkarîya hevbeş di warên piştgirîya mirovî û xizmetên civakî de gengeşe kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Kar û Karûbarên Civakî bi hevkarîya Fona NY ya Nifûsê (UNFPA) di dawîya sala borî de kempîna “16 rojên têkoşîna li dijî tundûtûjîya li ser bingeha zayendî – li her derê ewlehî” li dar xistibû. Ev kempîn di navbera 25ê Mijdarê (Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Şideta li ser Jinê) û 10ê Kanûna Yekem (Roja Mafên Mirovan) de hatibû birêvebirin.
