Şam-SANA
Wezareta Rêveberîya Herêmî û Jîngehê Memorandûmeke Lihevkirinê bi Şirketa GO Telecom ya Erebistana Siûdî re, di warê veguherîna dîjîtal û nûjenîyên teknîkî, her weha xurtkirina karîgerîya xizmetguzarîyên şaredarî û jîngehî, bi rêya avakirina pergalên rêveberî û sazûmanî yên nûjen de, îmze kir. Ev îmzekirin di avahîya wezaretê de li Şamê pêk hat.