Heseke – SANA
Cotkarên parêzgeha Hesekê îro Çarşemê, li herêmên başûr ên parêzgehê dest bi çinîn û berhevkirina berhema pembû ji zevîyên çandî kirin; biryar e di rojên bê de proseya çinînê li herêmên din jî dest pê bike.
Cîgirê Rêveberê Çandinîyê yê Hesekê Izedîn El-Heso di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê ragihand ku çinîna berhema pembû li deverên başûr ên parêzgehê dest pê kiriye.
Her wiha da zanîn ku li navçeyên bakur, bakurê rojava û rojhilat jî li gorî qonaxên gihîştina berhemê, dê piştî nêzîkî deh rojan xebatên çinînê dest pê bikin.
El-Heso amaje bi wê yekê kir ku rewşa giştî ya berhemê baş e, ji ber guncawbûna rewşa seqayê di qonaxên cuda yên şînbûn û geşebûnê de heta dema gihîştin û çinînê.
Navborî her wiha dîyar kir ku li hin rûberan nexweşîyên kêzik û kuvarkan bi asteke kêm rû dane, lê belê di çarçoveyeke berteng de mane û bandoreke berbiçav li rewşa giştî ya berhemê nekirine.