Şam-SANA
Di çarçoveya rêya dadwerîyê û rêgirtina li ber “nebûna bêsizayîyê” (nefilitîna ji cezayan), Wezareta Dadê dixebite ku wan tawanbarên ku komkujî û binpêkirin di mafê gelê Sûrîyê de kirine radestî dadwerîyê bike, bi rêya rêkarên yasayî yên zelal ku xwe dispêrin lêpirsîn, komkirina belgeyan û belgekirina rastîyan.
Wezaretê tekez kir ku ev gav di çarçoveya bihêzkirina prensîba zelalbûn û hesabpirsîna dadwerî de tê, bi rengekî ku serwerîya yasayê û serxwebûna dadwerîyê dabîn bike, û pabendbûna dewletê bi sepandina dadwerîyê bi awayekî babetî (objektîf) û bêyî cudahî nîşan dide.
Vîdyoyeke ku wezaretê li ser kanala xwe ya Telegramê weşandiye, îtirafên hejmarek girtîyan derbarê dozên dizîna endamên laş (organ) û operasyonên înfazkirinê (tasfiyekirinê) yên ku di nexweşxaneya leşkerî ya Tişrîn de dihatin kirin, nîşan da.