Moskow-SANA
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan rêkeftina Amerîkî-Îranî wekî “werçerxaneke dîplomatîk a pir girîng” ji bo şikandina şêwazê şer û nakokîyê bi nav kir, û tekezî li ser pêwîstîya vekirîbûna Tengava Hurmuzê li pêşîya tevgera çûnûhatina azad û bêqutbûn mîna berê kir.
Ajansa Nûçeyan a Tirkîyê Anadoluyê, îro Sêşemê ji zarê Fîdan di dema konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov, li Moskowa paytext ku bi serdaneke fermî gihîştibûyê, veguhest û got: “Vekirîbûna Hurmuzê ne tenê ji bo aramîya herêmî, lê belê ji bo ewlehîya enerjîyê ya cîhanî û bazirganîya navneteweyî jî pir girîng e.” Fîdan her wiha anî ziman ku rêkeftina di navbera Waşington û Tehranê de wekî bêhnvedanekê ji bo herêmê û cîhanê ye, û divê bibe pergaleke ewlehîyê ya domdar.
Derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê yê berdewam de, Fîdan tekez kir ku welatê wî piştgirîyê dide bidawîkirina vî şerî û amade ye ku di vê çarçoveyê de rola navbeynkarîyê li xwe bigire.
Girêdayî mijarên herêmî jî, Fîdan dîyar kir ku her du alîyên Tirkî û Rûsî dê di dema serdana wî ya bo Moskowê de nêrînên xwe derbarê gelek mijaran de pev biguherin, Qefqasya, Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Afrîqa jî di nav de.
Ji hêla xwe ve, Lavrov bal kişand ser geşepêdana têkilîyên bazirganî û aborî bi awayekî berdewam di navbera Tirkîye û Rûsyayê de, û pesnê hewldanên Enqereyê yên ji bo dîtina çareserîyeke dawî ji bo şerê di navbera Mosko û Kîevê de, da.