Şam – SANA
Wezareta Navxwe îro Çarşemê, derketina encamên qonaxa sêyem (ezmûna elektronîk) a xula yekem a xwendekarên efseran a piştî rizgarkirinê, ragihand.
Wezaretê bi rêya kanala xwe ya Telegramê amaje bi wê yekê kir ku dîtina encaman bi rêya skankirina koda QR a pêvekirî yan jî serdana lînka taybet mimkun e: https://admission-results.moia.gov.sy/
Wezareta Navxwe rojên 19 û 20ê vê mehê wekî dema pêşkêşkirina îtirazan li Koleja Polîsan a li Qabûnê (li Şamê) dîyar kirin, ev jî di çarçoveya qonaxa sêyem a qebûlkirina xula “Xwendekarên Efseran a Yekem” de tê ku berê hatibû ragihandin.