Şam-SANA
Sazîya Postê ya Sûrîyê dema xebatê ya zêde ji bo rojên În, Şemî û Yekşemê li hejmarek ofîsên postê ragihand. Ev biryar ji bo misogerkirina berdewamîya pêşkêşkirina xizmetguzarîyan û kêmkirina qerebalixîya li ser welatîyan hate girtin, nexasim ligel destpêkirina dayîna mûçeyên xanenişînan.
Sazîya Postê ya Sûrîyê duh Çarşemê ragihandibû ku dema dayîna mûçeyên xanenişînên ku di bin pergala Bîmeyê û Teqawîdîyê de ne, ji îro Pêncşemê 9ê Nîsanê ve dest pê dike û heta 23yê mehê berdewam dike. Ev mûçe bi rêya ofîsên postê yên li parêzgehan belavbûyî tên dayîn.
Sekreterîya Giştî ya Serokatîya Komarê, roja Duşemê 30ê Adara borî, daxuyanîyek belav kiribû ku tê de hatibû dîyarkirin ku bi helkefta Cejna Vejînê (Paskalya) ya li cem tayifeyên Xiristîyan (yên ku salnameyên Rojava û Rojhilat dişopînin), rojên Yekşemê 5 û 12ê Nîsanê li sazîyên giştî bêhnvedan e.