Hesekê-SANA
Cîgirê Rêveberê Bazirganîya Navxweyî û Parastina Bikarhêner li Hesekê Husam Ciwêd, îro Sêşemê, derket gereke meydanî bo hejmarek navend û sîloyên dexlûdanan li parêzgehê, ku navendên Hesekê Xiwêran, El-Tewarîc û Kebkayê, tevî sîloyên Qamişloyê li xwe girt. Ev yek jî ji bo şopandina birêveçûna operasyonên wergirtina berhemê genim ê demsala bazarkirinê ya 2026an.
Rêveberîya Ragihandinê ya Hesekê dîyar kir ku Ciwêd ligel hejmarek cotkaran civîya û guhdarîya têbînîyên wan ên girêdayî operasyonên bazarkirinê kir, û tekezî li ser girîngîya çareserkirina zehmetîyan û pêşkêşkirina hêsankarîyên pêwîst kir ji bo misogerkirina birêveçûna baş a operasyonên wergirtina genim û serkeftina demsala bazarkirinê ya îsal.
Her wiha di gerê de şopandina mekanîzmeya wergirtinê û asta amadebaşîyê li navendan, û şopandina qonaxên bazarkirin û embarkirinê pêk hat, bi awayekî ku herikbarîya rêkaran û lezgînîya qedandina miameleyên cotkaran garantî bike.
Li gorî daneyên Rêveberîya Çandinî û Çaksazîya Çandinîyê li Hesekê, rûberên ku îsal bi berhemê genim hatine çandin gihîştine 463 hezar û 500 hektarî yên erdên avdayî û bejî, di heman demê de tê çaverêkirin ku tevahîya hilberînê ji mîlyonek û 25 hezar tonî derbas bibe, her wiha hilberîna berhemê ceh dora 609 hezar tonî tê texmînkirin.