Şam – SANA
Berdevkê Wezareta Navxweyî Nûredîn El-Baba di konferanseke çapemenîyê de derbarê xebatên Rêveberîya Dijî-terorê di şopandina paşmayîyên rejîma berê de axivî. El-Baba da zanîn ku gelek herêmên Sûrîyê bûn şahidê çalakî û daxwazên gel ên ku daxwaza hesabpirsîna berpirsên tawan û binpêkirinên di serdema borî de hatine kirin, dikin. Wî destnîşan jî kir ku ev daxwaz mafekî rewa yê qurbanîyan û malbatên wan e, û nîşana daxwaza xwezayî ya civakê ye ji bo pêkanîna dadmendîyê.
El-Baba dîyar kir ku Wezaretê tekez kiriye ku hesabpirsîn ne tenê daxwazeke gel e, belkî pabendîyeke fermî ya dewleta nû ya Sûrîyê ye, û stûneke bingehîn e di projeya avakirina dewleta yasa û sazîyan de. Berdevkê wezaretê ragihand ku dadmendî li ser bingeha hestên demkî, cezakirina bêserûber an jî lojîka tolhildanê nayê avakirin, belê bi rêya yasa, belge û dadgehê pêk tê.
Navborî her wiha anî ziman ku di çarçoveya destkeftên meydanî de, dezgehên ewlehîyê piştî operasyonên şopandin û lêkolînê yên demdirêj, karîbûn şaneyeke ewlehîyê ya terorîst ku girêdayî sazîyên rejîma berê bû hilweşînin.
Derbarê dosyaya nojdarên ku di nexweşxaneyên leşkerî yên ser bi rejîma berê de dixebitîn, berdevk eşkere kir ku 12 efser hatine girtin, ku di nav wan de lîwayek, şeş emîd, du eqîd, du muqedem û neqîbek hene. Her wiha tekez kir ku operasyonên şopandin û lêkolînê li dijî kesên din ên ku tê de cih girtine hîn jî berdewam dikin.