Şam-SANA
Sekreterîya Giştî ya Serokatîya Komara Sûrîyê mêvandarîya civîneke hevbeş kir ku Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê û Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li xwe girt, bi amadebûna wezîr û alîkarên wan, li ser daxwaza her du alîyan.
Sekreterîya Giştî di daxuyanîyekê de îro şemîyê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku Desteyê di civînê de pêşnîyareke berfireh li ser erk û mekanîzmayên xebata xwe pêşkêş kir, bi giranî li ser dosyaya çavdêrîya hundirîn di wezaret, deste û sazîyên giştî de, û bihêzkirina xebatê ligel kompanyên hundirîn û derve sekinî.
Ji hêla xwe ve, Wezareta Rewşên Awarte tekezî li ser giringîya xurtkirina hevahengîyê di navbera alîyên cuda de kir, xasma di demên awarte de û bal kişand ser pêşgavîya dosyaya rakirina kavilan û paqijkirina mayînan, û pêwîstîya daxistina wan di nav lêkolînên paşerojê de; da ku yekbûna hewldanan di her karên bê de were misogerkirin.





