Şam-SANA
Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikê, ragihand ku kar li dergehê sînorî yê Kesebê yê bi Komara Tirkîyê re tenê roja Yekşemê 9-8-2026an, dê bê rawestandin, ji ber rawestana kar ji alîyê Tirkîyê ve.
Rêveberê Têkilîyan di Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikê de Mazin Elûş di daxuyanîyekê de ji SANAyê re duh Sêşemê, dîyar kir ku dê kar li dergeh sibaha roja Duşemê 10-8-2026an bi rengekî asayî dest pê bike.
Elûş daxwaz ji rêwîyan kir ku dema plana rêwîtîyên xwe deynin, hayê wan ji vê agahdarkirinê hebe, ji bo ku ti derengî çênebe û ti tevlîhevî dernekevin.