Şam-SANA
Wezareta Derve û Koçberan helwesta xwe ya neguhêr û çespandî di redkirina her êrîşekê yan hewldana nêzîkbûna li balyozxane û baregehên dîplomatîk ên pejirandî li Sûrîyê tekez kir, û destnîşan kir ku ev baregeh li gorî yasaya navdewletî û peymanên dîplomatîk parastî ne.
Her wiha wezaretê di daxuyanîyekê de îro Şemîyê, redkirina xwe ya tam û şermezarkirina xwe ji bo her dirûşm an kiryarên ku sivkatîyê bi dewletan dikin an destdirêjîyê li sembolên wan dikin anî ziman, û tekez kir ku ev tevger li dijî prensîbên rêzgirtina dualî û hevkarîya navdewletî ye.
Di daxuyanîyê de hat gotin: “Di çarçoveya rêzgirtina li mafên welatîyan di derbirîna ramanên xwe de, wezaret girîngîya bikaranîna vî mafî di çarçoveya yasa û sîstemên berkar de tekez dike, ligel pabendbûna tam bi parastina ewlehîya giştî.”