Şam-SANA
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhestina Esmanî ya Sûrîyê şopandina temamkirina gavên dawîn ligel alîyên peywendîdar ragihand, wek amadekarîyekê ji bo destpêkirina geştên esmanî yên rastexwe di navbera Şam û Amsterdamê li Hollandayê di nav hefteya yekem a Tîrmeha bê de, ku ev yek vegera hêdî hêdî ya Sûrîyê bo nav tora veguhestina esmanî ya Ewropî û navneteweyî nîşan dide.
Serokê Desteyê Omer El-Huserî, îro Yekşemê di postekê de li ser platforma “X”ê dîyar kir ku ev destkeft encama xebateke niştimanî ya berdewam û hewldanên teknîkî, yasayî û dîplomatîk ên mezin e.
Her weha El-Huserî ji bo Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî û tîma kar a wezaretê, ji bo piştevanî û şopandina wan, tevî kadroyên Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhestina Esmanî, û rêveberî û karmendên Hêlên Asmanî yên Sûrîyê, ji bo keda ku dane û ew biryardarîya wan heta ku em gihîştin vê qonaxê, spasîya xwe anî ziman.