Şam-SANA
Wezîrê Parastinê Lîwa Murhef Ebû Qesra li Şamê ligel Balyozê Morîtanyayê li Sûrîyê El-Talib El-Muxtar Mihemed El-Muctebî civîya.
Wezareta Parastinê bi rêya kanala xwe ya li ser Telegramê îro Înê dîyar kir ku her du alîyan rêyên pêşxistina peywendîyên navbera her du welatên bira gotûbêj kirin, bi awayekî ku girêdanên hevkarîyê xurt bike û xizmeta berjewendîyên hevbeş bike.
