Şam-SANA
Wezareta Parastinê ragihand ku li hemû enîyên operasyonên Artêşa Sûrîyê agirbest hat ragihandin. Ev biryar ji saet 20:00ê êvara îro Sêşemê 20ê Kanûna Duyem a 2026an ve dikeve ware cîbicîkirinê.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro Sêşemê dîyar kir ku ev biryar dê 4 rojan berdewam bike; ev yek wek pabendbûna bi têgihiştinên ku dewleta Sûrîyê ligel HSDê ragihandine û ji bo serkeftina hewldanên niştimanî pêk tê.
Wezareta Parastinê tekez kir ku ew dê her dem bibe mertalê gelê Sûrîyê bi hemû pêkhateyên wî, û ji bo parastina ewlehî, aramî û resenîya civaka Sûrîyê dê hemû hewldanan bike.
Îro di demeke zûtir de, Serokatîya Komara Sûrîyê ragihandibû ku di navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk HSDê de, li ser çend mijarên derbarê paşeroja parêzgeha Hesekê têgihiştineke hevbeş hatîye bidestxistin.