Şam-SANA
Desteya Niştimanî ya Kesên Windabûyî îro çarşemê ragihand ku ew niha li ser amadekirina rêbername û nexşerêyekê ji bo çalakvanên ji rêxistin, destpêşxerî û komeleyên qurbanîyan ên di vê qadê de çalak in, dixebite.
Desteyê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku ev kar wekî gaveke rêxistinî ya destpêkê ye, berî avakirina rêça niştimanî ya tekûz ji bo zanîna çarenûsa kesên windabûyî, bi awayekî ku temamkirina rolan û arastekirina hewldanan bi bandor ber bi xizmeta malbatan ve misoger bike.
Her wiha Desteyê bang li alîyên pispor, rêxistin, destpêşxerî û komeleyên peywendîdar ên ku di dosyaya kesên windabûyî de dixebitin kir ku beşdarî rapirsîya hevahengîyê bibin bi rêya peydakirina agahîyên giştî. Desteyê da zanîn ku beşdarbûn bi yek ji zimanên berdest (Erebî, Îngilîzî, Kurdî û Tirkî) pêkan e.
Lînkên beşdarbûna di rapirsîyê de:
Lînka bi zimanê Erebî:
https://forms.gle/j7K14sk1c6javdJcA
Lînka bi zimanê Îngilîzî:
https://forms.gle/fEzCKaHjz5Wwu5P39
Lînka bi zimanê Kurdî:
https://forms.gle/kCUY8pPQUjCKJJ8j9
Lînka bi zimanê Tirkî:
https://forms.gle/2CdWoQ9ii4y59G6w6
Hûn dikarin bi rêya vê e-mailê têkilîyê bi desteyê re deynin:
secretaria@ncmp.gov.sy