Şam – SANA
Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê amadekarîyên xwe yên “Pêşangeha Leşkerî ya Şoreşa Sûrîyê” li Bajarê Pêşangehan li Şamê berdewam dike. Ev pêşangeh ji bo nîşandana nimûneyên wesayît û kelûpelên leşkerî yên ku di şeran de hatine bikaranîn hatiye veqetandin. Ev pêşangeh di çarçoveya çalakîyên ku bi helkefta salvegera Cejna Rizgarîyê tên lidarxistin de tê kirin.
Rêveberê Ragihandin û Peywendîyan li Wezareta Berevanîyê Asim Xelyûn ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku pêşangeh çend beşan li xwe digire; ji wan beşek nimûneyên zirxpoş û wesayîtên ku di şerên berê de hatine bikaranîn nîşan dide, beşekî din jî şopên ku li ser hin kelûpelan mane ji encama operasyonên meydanî li dijî hêzên rejîma rûxîyayî, nîşan dide.

Xelyûn bal kişand ser wê yekê ku pêşangeh dê beşekî taybet bi zarokan, tevî çalakîyên danasînê yên ligel serdanê li xwe bigire, bi armanca ku derfetê bide malbatan ku bi awayekî birêkûpêk naveroka pêşangehê bibînin.
Tê zanîn ku çalakîyên pêşangehê roja Şemîya bê, 6ê vê mehê dest pê dikin û heta 10ê mehê dewam dikin. Pêşangeh ji saet 11ê sibehê heta 8ê êvarî pêşwazîya mêvanan dike, her wiha navgînên veguhastinê yên bêberamber 24 demjimêran di hemû rojên pêşangehê de tên dabînkirin, ji Beramkeyê li pêşîya ajansa SANAyê û ji Qada Ebasîyan li bajarê Şamê ber bi Bajarê Pêşangehan ve.

Gelê Sûrîyê xwe ji bo pîrozkirina salvegera yekem a rizgarkirina Sûrîyê û hilweşîna rejîma binketî amade dike. Salveger dikeve roja Duşema bê, 8ê Kanûna Pêşîn. Ev pîrozbahî wekî şênberkirina vîn, xweragirî û fedakarîyên Sûrîyan û wefayek ji bo xwîna şehîdan tê kirin, yên ku bi mêrxasîya xwe rêya serkeftin û jidayikbûna nû ya welatê xwe xêz kirin. Ew xewna ku Sûrîyan ji destpêka şoreşa xwe di Adara 2011an de didît û di vê oxirê de nêzîkî milyonek şehîd, ligel bi milyonan koçber û penaber dan.




