Şam – SANA
Wezareta Geşepêdana Îdarî, bi hevrêzîya ligel Wezareta Rewşên Awarte û Briêvebirina Karesatan, ragihandin ku li parêzgehên Şam, Gundewarên Şamê, Hims, Hema, Heleb, Idlib, Laziqîyê, Tertûs, Dera, Dêrezor û Reqayê derfetên kar hene, û bang li daxwazkaran kir ku daxwaznameyên xwe di rêya lînka re bişînin:
https://bit.ly/hiring20260702
Wezaretê dîyar kir ku roja dawî ya pejirandina daxwazên kar 15ê Tîrmeha 2026an e, û ji wan xwest ku daxwaznameyên xwe di rêya vê lînka elektronîk a jêrîn de dagirin:
https://bit.ly/applying20260702
Di heman demê de, bal kişand ser wê yekê ku divê karmendên sektora giştî belgeya “astengî tune” ji sazîya xwe bînin, û got ku sazîyên giştî xanîyan ji bo kesên ji derveyî parêzgehê tên dabîn nakin.
Wezaretê eşkere kir ku bijartina di navbera daxwazkaran de dê li ser bingeha pisporîya zanistî, parêzgeh û cihê rûniştinê, ezmûna pîşeyî, jêhatîbûn û temen be, û destnîşan kir ku peywendî dê tenê bi kesên berbijar re were kirin da ku azmûn û hevdîtinên pêwîst ji bo wergirtina kar temam bikin.