Şam-SANA
Bi amadebûna Wezîrê Navxwe Enes Xetab, Wezareta Navxwe ya Sûrîyê merasîma derçûna xula endamên “Erkên Taybet” lidar xist. Ev xul ji alîyê Rêveberîya Perwerde û Amadekirinê ve hat cîbicîkirin, wekî gavekê ji bo xurtkirina amadebaşîya yekîneyên ewlehîyê yên operasyonel.
Wezareta Navxwe di daxuyanîyekê de îro Sêşemê dîyar kir ku Wezîr Xetab merasîma derçûnê vekir. Ev gav di çarçoveya hewldanên berdewam ên wezaretê de tê ji bo pêşxistina şîyanên endamên xwe û bilindkirina asta perwerde û amadekirinê, da ku li hemberî kêşeyên ewlehîyê amade bin û beşdarî çespandina ewlehî û aramîyê bibin.
Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Navxwe meha borî şahîya derçûna 2000 endamên xwe piştî qedandina bernameyên perwerdeyê yên taybet lidar xistibû. Her wiha di wê şahîyê de ku li navenda wezaretê li Şamê pêk hat, cilûbergên fermî yên nû yên endaman di çarçoveya nasnameya dîtbarî ya nû ya wezaretê de hatibûn nîşandan.








