Şam – SANA
Wezareta Ewqafê duh Pêncşemê dema nimêja Cejna Qurbanê ya pîroz li parêzgehên Sûrîyê ji bo sala 1447ê koçî 2026an zayînî ragihand.
Wezaretê bi rêya kanala xwe ya Telegramê duh Pêncşemê eşkere kir ku nimêja cejnê wê roja Çarşema bê, saet 6:00ê sibehê li seranserî parêzgehên Sûrîyê were kirin, di demekê de ku li parêzgehên Dêrazor, Reqa û Hesekê saet 5:50 wê bê kirin.
Wezareta Ewqafê duh bang kiribû ku ji bo amadekarîya pêşwazîkirina Cejna Qurbanê ya pîroz, di kampanya “Mala Xwedê mala me ye” de ji bo paqijkirina mizgeftan beşdar bibin.
Komîteya Niştimanî ya Çavdêrîya Heyvê roja Yekşema borî ragihandibû ku roja Sêşemê 26ê Gulanê wê bibe roja Erefê, di demekê de ku Cejna Qurbanê ya pîroz dikeve roja Çarşemê 27ê Gulanê.