Şam-SANA
Desteya Ciyawazî û Afirînerîyê, bîrnameyeke lihevkirinê bi Kompanya Sûrîyê ya Holdîng a Balafirvanîyê re îmze kir. Ev yek bi amadebûna Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî û Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Ezmanî Omer El-Husîrî, li avahîya Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî li Şamê pêk hat.
Armanca vê bîrnameyê ew e ku hevkarîyê di warê piştgirîya beşdarîya navneteweyî ya xwendekarên Desteya Cîyawazî û Afirînerîyê de pêk bîne. Her wiha, danûstandina di warê rahênana akademîk û pîşeyî, piştgirîya bernameyên taybet û pêşxistina îdarî de, yek ji armancên sereke yên vê peymanê ne.

