Şam- SANA
Li Peymangeha Amadekirina Rahêneran a ser bi Rêveberîya Şîyandarkirin û Rahênanê li Wezareta Navxwe, yekemîn xula efserên pilebilind piştî rizgarkirinê ji bo hilgirên bawernameyên teknîkî û yên zanîngehê dest pê kir.
Wezareta Navxwe îro Pêncşemê dîyar kir ku ev xul giranîyê dide ser amadekirina beşdaran ji alîyê qanûnî û ewlehîyê ve, û geşkirina behremendîyên wan ên meydanî û serkirdayetîyê da ku tevlî yekîneyên cuda yên Hêzên Ewlehîya Navxweyî bibin.
Ev gav di çarçoveya hewldanên Wezareta Navxwe de tê ji bo pêşxistina sîstema amadekirinê û encamdana erkên xwe bi jêhatîbûn û rêkûpêkîyeke mezin.








