Şam-SANA
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl a Sûrîyê, ragihand ku Şirketa Hêlên Asmanî yên Kuweytê dê ji 15ê vê Tîrmehê ve, dest bi geştên xwe yên birêkûpêk û rasterast di navbera Kuweyt û Şamê de bike.
Desteyê dîyar kir ku destpêkirina geştan bo Balafirgeha Navdewletî ya Şamê, gaveke nû ye ji bo xurtkirina girêdana asmanî di navbera her du welatan de û peydakirina bijardeyên zêdetir ên rêwîtîyê ji bo rêwîyan.
Ev daxuyanî piştî wê yekê tê ku Balafirgeha Navdewletî ya Helebê Pênşema borî, pêşwazîya yekemîn geşta Şirketa “Jazeera Airways” a Kuweytê ku ji Balafirgeha Navdewletî ya Kuweytê dihat û 148 rêwî hilgirtibûn kir, wek nîşana destpêkirina xeteke asmanî ya birêkûpêk.
Ev gav di çarçoveya hewldanên ji bo pêşxistina sektora veguhastina asmanî ya Sûrîyê û berfirehkirina tora girêdanê bi welatên cuda cuda re tên, da ku pêdivîyên rêwîyan bi cih bînin û piştgirîya çalakîyên aborî û geştyarîyê bikin.