Şam-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Karûbarên Îslamî, Ewqaf û Zekatê li Dewleta Îmaratê Omer Hebtûr El-Derî, ligel şandeke Wezareta Ewqafê ya Sûrîyê, gereke meydanî pêk anî û tê de sardana hejmarek mizgeftên li derdora Şamê kir ku ji ber topbarana rejîma berê zirar dîtibûn.
Wezareta Ewqafê di daxuyanîyekê de îro Sêşemê eşkere kir ku şandê li mezinahîya zîyanan û pêdivîyên van mizgeftan nêrî; ev yek di çarçoveya piştgirîkirina hewldanên nûjenkirina malên Xwedê û vegerandina wan de tê, da ku peyama xwe ya olî û civakî dubare pêk bînin.
