Şam-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî Omer El-Huserî îro Yekşemê, çavdêrîya karên avakirina hola duyemîn li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê kir. Ev yek di çarçoveya şopandina cîbicîkirina projeyên pêşxistina binesazîyê û bilindkirina şîyana wergirtina balafirgehê de tê.
Desteyê di kanala xwe ya Telegramê de dîyar kir ku di dema vê gerê de, ji nêz ve li rêjeyên pêkanînê û qonaxên kar hat nêrîn. Hat destnîşankirin jî ku karên avakirin û nûjenkirina niha, di çarçoveya peymana stratejîk a ku bi komek kompanyên navneteweyî re di bin serokatîya kompanya “UCC”ê de hatiye îmzekirin de ne, ku armanc jê pêşxistin û berfirehkirina Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ye li gorî standardên herî nû yên cîhanî.
Di gerê de, alîkarên wî Ebdulbarî El-Sac û Samih Erabî, tevî hejmarek rêveberên îdareyan, bi El-Huserî re bûn.


