Şam-SANA
Komeleya ʺNebd El-Selamʺ ji bo birîndarên Şoreşa Sûrîyê, li “Dar El-Saada” ya kal û pîran hat ragihandin, bi armanca pêşkêşkirina piştgirîya tenduristî, bihêzkirina derûnî û pîşeyî ji bo birîndarên şer.
Di merasîman de ayetên Qurana Pîroz hatin xwendin û tekezî li ser girîngîya piştgirî û hevkarîya civakî hat kirin. Piştre Şêx Wail El-Bezim gotarek pêşkêş kir, tê de bal kişand ser qonaxa hêvî û hevkarîyê piştî salên derdeserî û azaran, rehme û dilovanî ji şehîdan re xwest û behsa fedakarîya birîndaran kir.
Doktor Ehmed El-Horanî behsa zehmetîyên dermankirina birîndarên şer û girtîgehan kir, ji ber ku bi sedema nebûna guhdana bilez, ew nexweşî bêçare bûne, û tekezî li ser rola bijîşkan di warê mirovî û belgekirinê de kir.
Pisporê ling û destên çêkirî Husam Zeyno, serpêhatîyeke afrênerî pêşkêş kir, ku her du lingên wî di sala 2013an de hatibûn jêkirin, lê piştî wî derdî bû şarezayê alîkarîyê birîndaran.
Serokê Encumena Rêvebir Mehmûd Seʼîd Zeyno, got ku hejmara birîndarên şer nêzîkî 800 hezarî ye, û tekez kir ku armanca Komeleyê ew e ku bi hevkarîya alîyên navxweyî û navdewletî piştgirîya tenduristî û derûnî ji wan re dabîn bike, di dawîya çalakîyê de derîyê bexşînê ji bo piştgirîya projeyên Komeleyê yên mirovî hat vekirin.