Şam – SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê biryarek bo sekinandina 19 karmendan di daîreya darayî ya Şam û gundewarê wê de, û 10ên din di Banka Xanûberan de li Şamê da, û ew şandin bo lêpirsînê. Ev biryar hejmara giştî ya karmendên ji kar hatine rawestandin di her du rêveberîyan de heta niha bilind dike bo 46 karmendan.
Kesên têwerbûyî bo Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê, Dezgeha Navendî ya Çavdêrîya Darayî û Komîteya Qezencên Nerewa, ku kesên vê dawîyê dest ji kar berdabûn jî li xwe digire, hatin şandin. Her wiha wezaret bi nîyaz e ku moletên karûbar û simsarên bi torên gendelîyê ve girêdayî betal bike da ku lêpirsîn were misogerkirin.
Armanca wezaretê ji dîjîtalkirina xizmetguzarîyan, nehiștina gendelîyê ye, û bang li welatîyan dike ku binpêkirinan bi rêya jimara 0990150150 ragihînin. Hêjayî gotinê ye ku wezîr di meha Nîsana borî de jî di çarçoveya vê kampanyayê de 27 karmendên dî jî sekinandibûn.