Şam-SANA
Desteya Enerjîya Atomî ya Sûrîyê bi hevkarîya Desteya Erebî ya Enerjîya Atomî, lidarxistina xuleke perwerdeyê ya Erebî bi sernavê “Ewlekarîya Sîberî ji bo Dezgehên Atomî û Alîyên Çavdêrîyê” ragihand, ku dê li baregeha Desteyê li Şamê were lidarxistin.
Desteyê dîyar kir ku dema xulê di navbera 14 heta 18ê meha Hezîrana bê de ye, û bal kişand ser wê yekê ku roja dawî ji bo gihîştina navên berbijêran, roja Yekşemê 10ê vê meha Gulanê ye.
Desteyê eşkere kir ku kesên bixwazin dikarin daxwaznameyên beşdarbûnê tevî kurteya jînenîgarîya (CV) xwe, ji Rêveberîya Perwerdeyê ya Zanist û Teknolojîyên Navokî re bi rêya posteya elektronîk a diyarkirî bişînin. Her wiha daxwazname dikare bi awayekî elektronîk ji malpera Desteyê were wergirtin:
Lînk:
http://www.aec.org.sy/#tc
An jî bi rêya skankirina koda QR a di pêvekê de.