Hims-SANA
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Himsê, jineke ku ji mala xwe ya li taxa Himêdîyê hatibû revandin rizgar kir, û endamên tîma tawankar ên ku ew tawan pêk anîbû girtin.
Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li Himsê, Emîd Basim Mihemed Şe’ban, eşkere kir ku piştî wergirtina gilînameyê di 27ê Hezîranê de, yekîneyên pispor yekser dest bi operasyonên lêgerîn û lêkolînê kirin, ku di encamê de nasnameya yek ji tawanbaran eşkere bû û hat girtin.
Şe’ban anî ziman ku di encama lêkolînan de cihê jina revandî hat naskirin; li gor vê yekê hêzên wan di rêya operesyoneke hûrbîn re, ew bi silametî rizgar kir û endamên din ên tîma tawankar ku daxwaza fidyeya darayî ji malbata wê dikirin, girtin û şandin dadgeha peywendîdar.