Şam -SANA
Navenda Neteweyî ya Erdhejan ya ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ve, ragihand ku erdhejek li Tirkîyê çêbû û şênîyên li herêmên bakurê Sûrîyê pê hisîyan.
Navendê îro Duşemê li ser kanala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku hêza erdhejê li ser pîvera Richterê 3.8 pile bû, di saet 01:52yan de vê sibehê li herêma Qedîrlîyê (91 km li bakurê rojhilatê bajarê Edeneyê) û di kûrahîya 8.6 km de çêbûye. Ji ber ku erdhej li ser xeta Qelşa Anadoluya Rojhilat e, şênîyên herêmên bakurê Sûrîyê pê hisîyane.
Duh Yekşemê jî, 5 erdhejên sereke çêbûn, hemû li başûrê Tirkîyê bûn û şênîyên li bakurê Sûrîyê pê hisîyan.