Şam-SANA
Wezîrê Peywendîyan û Teknolojîyê Ebdulselam Heykel tekez kir ku wezaret bi hevkarîya alîyên hikûmî li ser rêkxistina karê platformên medyaya civakî dixebite, da ku sûda herî mezin jê bê girtin, xasma di bin sîya bikaranîna wan a berfireh li ser asta navxwe de.
Wezîr Heykel di daxuyanîyeke taybet de ji bo SANAyê eşkere kir ku nêzîkî ji sedî 55 heta 60î ji tevahîya tevgera înternetê li Sûrîyê bi rêya platformên medyaya civakî pêk tê. Heykel dîyar kir ku ev rêjeyeke bilind e li gorî pîvanên cîhanî, loma hewcedarî bi rêkxistina vê sektorê heye da ku hevsengîyekê di navbera zêdekirina feydeyan û kêmkirina rîskan de ava bike.
Wezîr Heykel bal kişand ser giringîya platformên medyaya civakî di geşkirina bazirganîya elektronîk de, bi rêya girêdana bazar û hilberîneran bi kiryaran re, her wiha ev platform wekî qadekê ji bo derbirîna nerîn û xemên welatîyan têne hesibandin.