Şam-SANA
Wezareta Ewqafê ya Sûrîyê hejmarek meydan û cihên giştî li parêzgehan ji bo pêkanîna nimêja Cejna Qurbanê ya sala 1447an a koçî destnîşan kir, û navên mela û xetîban ji bo van nimêjgehan dîyar kir.
Wezaretê di daxuyanîyeke xwe ya îro Duşemê de zelal kir ku wê 99 nimêjgeh ku li ser parêzgehên cuda hatine dabeşkirin, ji bo kirina nimêja cejnê lê, veqetandine
Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku nimêja Cejna Qurbanê ya pîroz dê saet 6:00 sibehê li gelek parêzgehan were kirin, di demekê de ku li parêzgeha Dêrezor û Reqayê saet 5:50 sibehê dest pê dike.