Şam – SANA
Desteya Operasyonan a di Artêşa Sûrîyê de ragihand ku wan belavbûna hêzên xwe li seranserî sînorên Sûrîyê yên ligel Libnan û Iraqê xurt kiriye.
Desteyê dîyar kir ku ev xurtkirina leşkerî ji bo parastin û kontrolkirina sînoran tê, bi taybetî di vê dema ku şerê herêmî her ku diçe gur dibe.
Her wiha destnîşan kir ku yekîneyên hatine belavkirin ser bi hêzên Parastina Sînor û tîmên Keşfê ve ne; armanca wan çavdêrîya tevgerên li ser sînor û rûbirûbûna qaçaxçîtîyê ye.