Şam-SANA
Hêzên Ewlehîya Hundirîn îro Sêşemê lîwayekî rejîma berê yê bi navê Suhêl Nedîm Ebas girt, piştî ku tevlîbûna wî di hejmarek operasyonên leşkerî û binpêkirinên li dijî Sûrîyan li çend parêzgehan hat piştrastkirin.
Hêzên Ewlehîya Hundirîn bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku lêkolînan nîşan daye ku kesê girtî beşdarî şerên Telûl El-Sefa yên li Siwêdayê di sala 2018an de û operasyonên leşkerî yên li Dera, Hims û Idlibê bûye, her wiha fermanên gulebarankirinê û bikaranîna top û moşekavêjan di hejmarek ji wan operasyonan de dane.
Hêzên ewlehîyê destnîşan kir ku kesê desteserkirî ji bo temamkirina rêkarên yasayî yên der heqê wî de, radestî dadwerîya pisporane hate kirin.