Laziqîyê-SANA
Wezareta Navxwe ragihand ku hêzên Ewlekarîya Navxweyî li Laziqîyê hûrkarîyên tawana kuştinê ya li dijî malbatekê li gundê Mencîlayê yê li gundewarê parêzgehê eşkere kirin û tawanbar girtin, ev yek jî piştî lêpirsînên hûrbîn û dijwar pêk hat.
Wezareta Navxwe li ser kanala xwe ya Telegramê îro Şemîyê dîyar kir ku yekser piştî gihîştina agahdarîyekê li ser rûdana tawanê ku bû sedema kuştina bav, dê û zarokê wan, û birîndarbûna keça wan, yekîneyên pispor dest bi rêkarên xwe yên meydanî kirin, pişkinîna teknîkî li cihê tawanê pêk anîn, belgeyên tawankarîyê kom kirin û dane analîzkirin, ku di encamê de nasnameya tawanbaran hat dîyarkirin û hatin girtin.
Wezaretê zelal kir ku lêpirsînan hişt ku girtî li plankirina xwe ya pêşwext ji bo pêkanîna tawanê ji ber nakokîyên berê yên ligel kesê hatî kuştin mikur bên.
Her wiha li wê yekê jî mikur hatin ku berî pêkanîna tawana xwe, bi zanebûn kamerayên çavdêrîyê yên li derdora malê xera kirine, paşê dest danîne ser hinek kelûpelên malê û revîyane.
Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku kesên girtî li gorî rêgezên yasayî radestî dadgeha pispor hatine kirin, ji bo temamkirina rêkarên qanûnî yên derheqê wan de.