Şam-SANA
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan kuştina sivîlekî ji şênîyên gundê Cimlayê li gundewarê rojavayê Derayê bi guleyên hêzên dagirkerîya Îsraîlî şermezar kir. Ev bûyer jî, dema ku ew Pêncşema borî derbasî wan gundan bûbûn, pêk hatibû.
Pêkanîna lêkolîneke serbixwe derbarê bûyerê de
Torê di daxuyanîyekê de ku SANAyê îro Yekşemê nusxeyek jê wergirtiye, tekez kir ku ew agahîyên wê derbarê bûyerê de belge kirine, metirsîyên cidî derbarê rûdana binpêkirineke mafê jîyanê derdixin holê.
Têkildarî mijarê û ji bo dîyarkirina rewşên bikaranîna hêza kujer û radeya rewatîya wê, her wiha misogerkirina lêpirsîna berpirsên her binpêkirinekê ku encamdana wê were îsbatkirin, torê da zanîn ku pêwîstîya vê yekê bi lêkolîneke serbixwe û bibandor heye.
Her di vê biwarê de, Torê berdewam kir: “Li gorî agahîyên destpêkî yên ku wê li ser bingeha çavkanîyên piralî kom kirine, di nav wan de çavkanîyên xwecihî yên pêbawer û agahîyên berdest ên ji çavkanîyên cuda cuda hene, hêzên Îsraîlî di berbangê Pêncşema borî de, bi bejayî bi 12 otomobîlên leşkerî derbasî gundê Cimlayê li gundewarê rojavayê Derayê bûn, û li wir bi taybetî li taxa rojhilatî, belav bûn.”
Torê eşkere kir ku “di dema operasyona derbasbûnê de, sivîl Muaz Selame El-Be’îr, ku ji kesên xwedî pêdivîyên taybet e, ji alîyê endamên hêzên Îsraîlî ve rastî gulebaranê hat; di encamê de, hat kuştin.
Her wiha wê destnîşan kir ku îfadeyên xwecihî piştrast dikin ku ew li kolaneke gund bû, dema leşkerên Îsraîlî fermanên rawestanê yan vegerê dane wî, lê ji ber ku ew bi nexweşîya sendroma Down ketiye, wî bersiva wan neda.
Ji alîyekî din ve jî, Torê dîyar kir ku li gorî agahîyên wê belge kirine, sivîl El-Be’îr bêçek bû, û bal kişand ser wê yekê ku li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî, kuştina wî nîşanên cidî li ser egera rûdana bêparkirineke keyfî ya mafê jîyanê, derdixe pêş.
Her wiha tekez kir ku bicihkirina segvanan li ser serbanên malên niştecihbûnê li hundirê gundekî avakirî, metirsîyên qanûnî derbarê selametîya sivîlan û milkên wan, her wiha pirsan li ser radeya pabendbûna bi girtina tedbîrên pêwîst ji bo parastina wan ji metirsîyên operasyonên leşkerî, derdixe holê.
Li dawîyê, Torê eşkere kir ku ev pêşhateya bikaranîna segvanan fikarên zêdetir derbarê selametîya şênîyên sivîl çêdike, bi taybetî ji ber wan metirsîyên ku dibe ji encama bikaranîna avahîyên niştecihbûnê ji bo mebestên leşkerî, derkevin holê, ev yek jî şênîyên wan avahîyan û malên derdorê dixe xeterîyê.