Şam-SANA
Di encama teqîna otomobîleke bombekirî de li nêzî avahîyeke ser bi Wezareta Parastinê li devera Bab Şerqî li Şamê îro Sêşemê, leşkerek şehîd ket û hinekên din bi birînên cuda cuda birîndar bûn.
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan li Wezareta Parastinê ji SANAyê re ragihand: “Yek ji komên Artêşa Sûrîyê teqemenîyek ku ji bo teqandinê hatibû amadekirin li nêzî yek ji avahîyên ser bi Wezareta Parastinê ve li devera Bab Şerqîyê li Şamê vedît.”
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan her wiha got: “Demildest destwerdan li dijî teqemenîyê hat kirin û hewla pûçkirina wê hat dayîn, berî ku otomobîleke bombekirî li heman deverê biteqe, ku bû sedema şehîdbûna leşkerekî û birîndarbûna hinekên din bi birînên cuda cuda.”
Rêveberê Hawarçûn û Rewşên Awarte li Wezareta Tenduristîyê Dr. Necîb El-Ne’san ji SANAyê re dîyar kir ku hejmara birîndarên ku di encama teqîna otomobîlê de gihîştine nexweşxaneyan gihîştiye 18 kesî.


