Şam-SANA
Sazîya Berîda Sûrîyê, îro Çarşemê ragihand ku dema dayîna mûçeyên xanenîşînên ser bi sîstema sîgorta û mûçeyan ve, bi rêya navendên wê yên berîdê, ji sibê ve dest pê dike û heta 26ê vê mehê berdewam dike.
Sazîyê di daxuyanîyekê de ku kopîyek jê gihîşt SANAyê, tekez kir ku ew her tim giringîyê dide ku welatîyan bi rêya hesabên xwe yên fermî ji demên danyîna mûçeyan agahdar bike. Her wiha, ji bo rêxistinkirina pêvajoya wergirtinê û hêsankirina wergirtina xanenişînan mûçeyan, peyamên kurt (SMS) ji wan re tên şandin da ku ji dema wergirtina mûçeyên xwe agahdar bibin.
Hêjayî gotinê ye ku Sazîya Berîdê ya Sûrîyê ji sêyê vê mehê ve dest bi dayîna mûçeyên xanenişînên ser bi sîstema Sîgortaya Civakî ve kiribû.