Şam-SANA
Sazîya Postê ya Sûrîyê ragihand ku wê pêşbirka sêwirandina pûlên postê yên bîranînê daye destpêkirin, ku salvegera destpêkirina Şoreşa Sûrîyê ya Pîroz şênber dikin.
Sazîyê roja 7ê Adara bê wekî dema dawî ji bo wergirtina dîzaynan dîyar kir. Divê dîzayn bi rêya vê e-emailê werin şandin: m.manager@syrianpost.gov.sy
Her wiha jimara +963 941 174 029 ji bo pirs û agahîyan bi rêya bernameya WhatsAppê hate veqetandin.
Sazîyê destnîşan kir ku ji bo her sêwirana were pejirandin, xelateke diravî bi qasî du mîlyon lîreyên Sûrî yên kevn (20 hezar lîreyên Sûrî yên nû) tê dayîn.