Şam-SANA
Wezareta Derve û Koçberan ragihand ku nûkirinên teknîkî yên bingehîn li ser sepana “MOFA SY” dane destpêkirin, bi armanca başkirina lezgînî û zelalîya derxistina pasaportan ji bo Sûrîyên li derveyî welêt dijîn.
Rêveberê Îdareya Konsulgerîyê li wezaretê Mihemed Yaqûb El-Omer, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê got: “Ev nûkirin rê dide welatîyan ku forma pasaportê bi awayekî elektronîk bi rêya sepanê dagirin, ev jî dibe sedema kêmkirina dema pêkanîna miameleyê ji nêzîkî saet û nîvekê bo kêmtirî deh deqîqeyan.”
El-Omer dîyar kir ku nûkirinan pergaleke şopandinê ya elektronîkî ya tekûz li xwe girtiye, ku rê dide welatî hemû qonaxên miameleya derxistina pasaportê bi rêya sepanê bişopîne, ligel şandina agahdarkirinên yekser di her qonaxê de yan jî di rewşa hebûna her têbînîyekê de ku pêdivîya wê bi serrastkirinê hebe.