Heleb-SANA
Roja Sêşema borî, Desteya Niştimanî ya Kesên Windabûyî, bi hevahengîya alîyên peywendîdar, bersiva agahdarîyeke xelkê da derbarê gumana hebûna cihekî ku dibe ku bermayîyên mirovî tê de hebin, li bajarokê Eyşe yê gundewarê rojhilatê Helebê.
Desteyê nirxandineke meydanî ya seretayî pêk anî da ku pêdivîyên teknîkî, lojîstîk û yasayî dîyar bike, wekî amadekarîyekê ji bo avêtina pêngavên guncav li gorî pîvanên pîşeyî û yasayî, bi awayekî ku belgeyan û rûmeta qurbanîyan biparêze.
Desteya Niştimanî ya Kesên Windabûyî li ser kanala xwe ya Telegramê îro Pêncşemê dîyar kir ku serederîya bi van agahdarîyan re di çarçoveyeke mirovî û pîşeyî de tê kirin, ku mafê malbatan ê zanîna rastîyê li ber çavan digire.
Ev yek bi hevahengîyaa alîyên pispor tê kirin da ku çarenivîsa windabûyan were eşkerekirin û ewlehîya tevdîrên belgekirin û piştrastkirinê were parastin.
Desteyê bang li xelkê kir ku nêzî tu cihên gumanbar an gorên komî nebin, dest nedinê û tu tiştî jê neguhêzin. Her wiha xwest ku bi rêya kanalên fermî yên pejirandî yekser agahdarîyê bidin: (secretaria@ncmp.gov.sy / 00963943009384), ji ber giringîya vê yekê di parastina belgeyan û misogerkirina ewlehîya rêkarên teknîkî û yasayî de.