Şam-SANA
Patrîk Mar Îgnatîyos Efrem II, Patrîkê Entakya û Tevahîya Rohilatê yê Siryanên Ortodoks, bang li civaka navneteweyî kir ku piştgirîyê bidin jinûveavakirina Sûrîyê. Wî tekez kir ku girîng e piştgirîya navneteweyî berdewam bike û were berfirehkirin da ku qonaxa avakirinê jî li xwe bigire, bi armanca ku welat gavan ber bi geşepêdan û pêşveçûnê ve bavêje.
Ev daxuyanî di dema merasîmeke pêşwazîyê de li baregeha Patrîkxaneyê ya li Şamê hat, ku ji bo balyoz, serokên nûneratîyên dîplomatîk ên erebî û bîyanî û rêxistinên navneteweyî bi helkefta sala nû hatibû lidarxistin.

Patrîk spasîya xwe ji bo welatên piştgir nîşan da, û hêvî kir ku sala nû aştî û aramîyê ji bo Sûrîye û herêmê bîne. Her wiha wî tekezî li ser pabendbûna Sûrîyan bi çareserîyên aştîyane kir, yên ku yekparçeyîya welat û mafên hemû welatîyan diparêzin.
Di heman merasîmê de, Kardînal Mario Zenari bi helkefta bidawîbûna erkê wî hat xelatkirin. Dîplomatan jî rêzgirtina xwe ji rola Dêra Siryanî re di xurtkirina aştî, dîyalog û jîyana hevbeş de anîn ziman.

