Şam-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel navendên dengdanê ji bo hilbijartina endamên encumenê li her du herêmên hilbijartinê yên (Heseke û Qamişlo) li parêzgeha Hesekê, û herêma hilbijartinê ya Kobanê (Eyn El-Ereb) li parêzgeha Helebê desnîşan kirin.
Komîteyê di du biryarên ku îro Înê derxistine zelal kir ku her du navendên li parêzgeha Hesekê ev in: Hola civînan li avahîya rêveberîya parêzgeha Hesekê ji bo herêma hilbijartinê ya Hesekê, û Navenda Çandî ya kevn li Hesekê (li tenişta Sendîkaya Endezyaran) ji bo herêma hilbijartinê ya Qamişloyê.
Komîteyê her wiha amaje pê kir ku Navenda Çandî li Kobanê (Eyn El-Ereb), navenda herêma hilbijartinê ya Kobanê (Eyn El-Ereb)ê ye li parêzgeha Helebê.

