Şam-SANA
Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanya Sûrî ya Petrolê Yûsif Qeblewî, derfetên hevkarîyê di warên nûkirin û pêşvebirina hêlên borîyan û santralên petrolê de, bi şandeyeke her du şirketên Îmaratî yên ENOC û Horizon Terminalsê re gotûbêj kir.
Îro Sêşemê, Kompanya Sûrî ya Petrolê bi rêya kanala xwe ya Telegramê ragihand ku di hevdîtinê de şêweyên sûdwergirtina ji ezmûnên teknîkî û xebatê hatin gotûbêjkirin, bi armanca piştgirîkirina projeyên binesazîyê û bilindkirina kalîteya sazîyên petrolê. Ev yek di çarçoveya hewldanên Kompanya Sûrî ya Petrolê de tê ji bo pêşxistina sektorê û xurtkirina hevkarîya bi şirketên herêmî û navneteweyî re.
Hêjayî gotinê ye ku Kompanya Sûrî ya Petrolê Sêşema borî peymanek bi her du şirketên Amerîkî ConocoPhillips û Novaterrayê re îmze kiribû, ji bo pêşxistina hejmarek zevîyên gazê li Sûrîyê û zêdekirina berhemanînê. Ev pêngav dê di piştgirîkirina pergala enerjîyê û dabînkirina gaza pêwîst ji bo sektora elektrîkê û sektorên din ên girîng, bibe alîkar.