Şam-SANA
Wezareta Dadê ya Sûrîyê mohleta pêşkêşkirina gilîyan li dijî dadwerên Dadgeha Terorê ya hilweşandî heta 11.03.2026an dirêj kir, ji bo ku derfetê bide wan kesên ku rastî zilm an şantajê hatine. Her wiha dadwerê lêpirsînê yê ji alîyê Dadgeha Temîzê ve hatiye erkdarkirin, dest bi lêpirsîna ligel wan derbarê kiryarên wan ên di dema karê wan de kiriye.
Wezaretê zelal kir ku kesên zîyandîtî dikarin gilî û belgeyên xwe pêşkêş bikin, yan jî îfadeyên xwe bidin, bi rêya dîwana Dadgeha Temîzê li Şamê di demjimêrên kar ên fermî de. Ev pêngav wek berdewamîya wê banga ku wezaretê berê di Tebaxa borî de ji bo rûbirûbûna dozên zilm û şantajê derxistibû tê hesibandin.