Şam – SANA
Serokê Navenda Pêşbînîya Keşnasîyê Şadî Cawîş ragihand ku heye Sûrîye di hefteya yekem a meha Gulana bê de bikeve bin bandora nizmefraşeke hewayê ya hinekî sar, ku dê bibe sedema rabûna ba û barîna baranê, ji ber cudahîyên pileya germê.
Cawîş piştrast kir ku roja Înê seqayeke nearam a nû hatiye dîtin ku bandorê li herêmên başûr, rojhilat û Cizîrê dike. Wî amaje pê kir ku bandora berê roja Yekşemê dest pê kir û êvara Duşemê gihîşt lûtkeya xwe, ligel berdewamîya pîvandina asta baranê bi hûrbînî her şeş saetan carekê.
Ev pêşbînî piştî nizmefraşên hewayê tên ku bûn sedema lehîyan û bilindbûna asta avê di rê û malên çend parêzgehên Sûrîyê de, ligel hişyarîyan li ser rola bilindahîyên çîyayî di zêdebûna sermayê, kombûna ewran û bandora wan li ser tundîya ba û teyrokê.