Şam – SANA
Desteya Giştî ya Firokvanîya Sivîl û Veguhestina Esmanî, îro Yekşemê platformeke elektronîk a taybet ji bo wergirtina gilî, gazin û têbînîyên rêwîyan li firokexaneyên Sûrîyê da destpêkirin.
Armanc ew e ku bersivdana bilez ji her têbînîyê re were misogerkirin û bi şefafî û berpirsîyarî were çareserkirin.
Serokê Desteyê Omer El-Husrî, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re ragihand ku platform rê dide ku gilî û gazin di nav çend xulekan de bi awayekî hêsan û sade bên pêşkêşkirin, da ku rasterast ji alîyên pêwendîdar re bên şandin û li gorî mekanîzmayên zelal ên ku leza pêngavan û duristîya çareseriyê misoger dikin, bên şopandin.
Husrî amaje bi wê yekê jî kir ku nêrîna rêwiyan ji bo pêşxistina asta xizmetguzarîyan hêmaneke bingehîn e.
Husrî, tekez kir ku ev pêngav di çarçoveya pabendbûna desteyê ya ji bo parastina mafên rêwîyan û bihêzkirina jîngeheke xizmetguzarîyê ya ewle û birêz di nav firokexaneyên Sûrîyê de tê.
Her wiha da zanîn ku dê hemû gilî û gazin û têbînî bi awayekî herî cidî û berpirsane bên çareserkirin.
Rêyên Esmanî yên Sûriyeyê di 5ê vê mehê de destpêkirina ezmûnî ya malpera xwe ya nû ragihandibû, ku destûrê dide bikarhêneran ku demên geştan, cihên berdest, bihayên geştan bibînin û serhêl veqetandin û dravdanê bikin.