Şam-SANA
Komîteya şopandina cîbicîkirina peymana yekîtîya gotara îslamî, di civînekê de ku li Wezîrxaneya Ewqafê ya li Şamê pêk hat, mekanîzmayên pêkanîna naveroka peymanê û gavên şopandina wê nirxandin; ev civîn bi amadebûna Wezîrê Ewqafê Mihemed Ebû El-Xêr Şukrî û hejmareke endamên Meclisa Îftaya Bilind bi rê ve çû.
Wezaretê, di parvekirinekê de li ser kanala xwe ya Telegramê, duh Sêşemê dîyar kir ku civînê mekanîzmayên cîbicîkirina peymanê li ser asta rêveberîyan, ya ku beşdarî xurtkirina yekîtîya gotara Îslamî, çespandina prensîbên peymanê û veguherandina wan bo rêçên pratîkî dibe, gotûbêj kirin.



