Şam-SANA
Wezareta Karên Hundirîn îro Rêziknameya Şêwazê Kar ji bo Karmendên xwe derxist, ku wek lêvegerekê ye, tê de nirx û pîvanên exlaqî û pîşeyî yên ku divê hemû karmendên wezaretê pabendîyê bi wan bikin hatine destnîşankirin.
Wezaretê bi rêya kanala xwe ya Telegramê da xuyakirin ku wê ev rêzikname ji bo bilindkirina asta bicîanîna erkên pîşeyî û xurtkirina bawerîyê di nav wê û welatîyan de derxistiye, û dîyar kir ku armanc ji vê rêziknameyê xurtkirina prensîbên destpakîyê û pabendîya bi yasayan û berpirsyarîyê ye, her weha dabînkirina xizmetkarîyên ewlekarî yên dadperwer û zelal ên hêjayî vê serdema nû ya ku Sûrîyê tê re derbas dibe.
Wezaretê tekez kir ku divê hemû karmend bê cudahî pabendîyê bi bendên vê rêziknameyê bikin, wek beşekî ji hewldanên wê yên berdewam ji bo pêşxistina karê dezgehane û xurtkirina serdestîya yasayê.