Gundwarê Şamê – SANA
Fermandarîya Ewlekarîya Navxweyî li Gundewarê Şamê ragihand ku yek ji kesên ku beşdarî dizîna çekdarî bûye di dikana veguhestina pereyan de, hatiye girtin. Bûyer jî li devera El-Tel ji lîyê hinek çeteyan ve hatiye pêkanîn û di encamê de sivîlek hatiye kuştin û du kesên din jî birîndar bûne.
Wezareta Navxweyî bi rêya kanala xwe ya telegramê da belavkirin ku Fermandarê Ewlekarîya Navxweyî li Gundewarê Şamê, Husam El-Tahhan da xuyakirin ku di cih de piştî wergirtina rapora tawanbarîyê, rayedarên peywendîdar dest bi lêkolîn û şopandina dozê kirine. Lêpirsînên destpêkê nasnameya yek ji kesên ku beşdarî dizîyê bûye eşkere kir, paşê rasterast hêzeke ewlehîyê berê xwe dide cihê wî û wî digire.
Wekî din jî, El-Tahhan piştrast kir ku lêpirsîn berdewam dikin da ku endamên mayî jî yên ku beşdarî vê tawanbarîyê bûne werin naskirin û li gorî qanûnên dadperwer li ber dadgehên peywendîdar bên darizandin.